Home
Top Artistes
Top Paroles
Ajouter Paroles
Contact
menu
search
Contactez-nous
Artiste:
Gulistan
Titre:
Sînanê Kirîv
Assurez-vous que les corrections sont tout à fait exactes
S'il vous plaît, les mettez en évidence en quelque sorte!
Vous pouvez, par exemple, écrire
INCORRECT: avant la mauvaise ligne
CORRECT: avant la correspondant ligne correcte
Autrement, nous ne pouvons les corriger pas! Merci pour votre aide.
Were lo Sînano lo.. Kirîva te me lo.. Sînan dorê çipinyê wêran bişewite lo lo lo ber avê ye lo.. Belê vê sibêkê Sînanê kirîv lê kehêle suwar bûye, kihêlê tîne lo lo lo ser avê ye lo Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim bidim destê Sînanê kirîv Ezê bêjîm kirivo qurban, tu yê vexwe ji destê lo... min Sakîneyê lo.. Sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo, dil pîr nabe lolo.. Wele koka dara çipînya şewitî lo lo kevnar nabe lo lo.. Heyran çi bikim Xwedê bişewitine mala kirivantiyê Wele şûşa dilêmin şikestîye lo lo cebar nabe lo lo.. De wêran bimîne mala felekê, dibejin zewaca kirîva li hev nabe lo lo.. Sînan qurban dora çemê çam e lo... pûng û şurt e lo... Belê qirş u heft qalên di ber hatin lo... bûn lê mişt e lo lo.. Erê Sakîneya bêmamo bûye masîyek sipî ji masîyên gola Hêmo Wele bêbavên hudêdiyan tor avêtin lo.... ji xwe re girtin lo... Were lo Sînano lo... Kirîva te me lo... Wele şurê Şamê lo.. li pişta te me lo ... De tuyê xema nekşîne Sakîneya bêmamo soz û qirarê dide Ger ez bimrim ji axa sarra ger ez bimînim lo ? wez ya te me lo...